Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîn ticareta xwe digel rêjîma Îranê kêm dike

10:01 - 5 Çirriya pêşîn 2026

Çîn ku girîngtirîn welat bo ticareta digel rêjîma Îranê ye, biryar daye asta ticareta xwe digel vê rêjîmê kêm bike û pêka gotina karnas û aborînasan, dewleta Çînê gihîştiye vê encamê ku êdî rêjîma Îranê nikare hinardekirina nefta xwe wek berê bidomîne û nikare bi qasa hewce bo hawirdekirinê, diraf dabîn bike, lewma Çînê biryar daye hinardekirina berhem û tiştan bo Îranê kêm bike.

Pêka rapora rojnameya Îsraîl Heyûm, berpirsên Çînê pêşbînî dikin ku givaşa aboriya Amerîka bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê dê berdewam be û vê pêkê şiyana hinardeya neftê û şiyana hawirdeya rêjîma Îranê gelek kêm dibe, lewma asta ticareta Çînê digel rêjîma Îranê bi vê pêkê, dadikeve.

Raporên belavbûyî didin xuya ku hinardeya nefta Îranê bi rêya deryayî gihîştiye sifrê û ti dahatek ji hinardeya neftê bi rêya deryayî bo rêjîma Îranê nemaye.