Pêka raporên belavbûyî, binçavkirina zêdetir ji 143 kes ji xelkê Îranê ji aliyê rêjîma Îranê ve, tenê li meha Îlon a sala 2026ê de hatiye tomarkirin, lê amara serast a binçavkirinan nehatiye zanîn, ji vê amarê 17 kes çalakvanên jin û 9 jî zarok bûne.
Pêka wan amaran ji rêjeya 143 binçavkiriyan, 70 welatiyên Kurd, 6 hevwelatiyên bavirmendê Behayî û 30 hevwelatiyên Ereb bûne ku li heyama vê mehê de binçavkirina wan hatiye tomarkirin.
Herwisa li vê amarê de hatiye, zêdetirîn amara binçavkirinan li parêzgeha Urmiyê de bûye ku 36 halet li xwe girtiye.
Ev amar, wan haletan li xwe digre ku nasnameya wan girtiyan bi tevavî hatine zanîn û hejmarek zêde ji binçavkiriyan ku nasnameya wan bi serastî nehatiye zanîn li vê amarê de nînin.
Amara serast a binçavkiriyan li Îranê bi sedema binçavkirinên xoserane, revandina xelkê li ser şeqam û li nav kolanan û binçavkirinên neyasayiyên din, bi serastî nehatiye zanîn.
Li hinek deverên Îranê û bi taybetî li Sîstan û Blûçistanê rojane rêjîma Îranê xweserane xelkê digre, dikuje, û gelek bi kêmî jî amar dest dikevin.