Li roja Yekşemî 4ê Îlonê, li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, malnişînkiriyan li rûberûyê îdareya dabînkirina civakî kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember pirsgirêkên jiyanê, daketina şiyana kirîna hewcehiyên jiyanê û rewşa aborî dane xuya û dirûşmên wek “girtiyê siyasî dibe bê azadkirin”, “dewlemendkirina jiyanê, xweşbijîvî, şadî û azadî,”, “ em ne şer dixwazin, ne kuştar, em jiyana bextewerane dixwazin, jiyana me kirine armanc” û gelek dirûşmên din dan.
Herwisa li vê rojê de li bajarê Îsfehanê de malnişînkiriyên pîşeya Pola li rûberûyê bînaya parêzgariyê kombûna nerizayetî lidar xistin.
Li bajarê Şûşê de malnişînkiyên dabînkirina civakî rêpîvan û kombûna nerizayetî û li bajarê Ehwazê de kombûna nerizayetî, li derheq bilindbûna nirxan, hiqûqên kêm û daketina şiyana kirînê lidar xistin.
Li bajarê Têhranê de jî bazariyên li bazara Cennetabad, li derheq sozên çewt ên berpirsan bo vegihastina bazara şewitî bo cihek nû, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Xwendekarên zanîngeha Xwacê Nesîr li bajarê Têhranê li derheq biryarên komîteya dîsîplîn a vê zanîngehê, nerizayetiya xwe dane xuya û man girtin.
Hindî rewşa jiyana xelkê û abûriya welat xirabtir dibe, dengê nerizayetiyê jî di nava qatên cuda yên civatgehê de bilindtir dibe.