Roja Yekşemî 12ê Rezbera 1405an, Şandeke Nûneratiya hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, pêkhatî ji Beha Îbrahîmî berpirsê Komîteya Hizba Dêmokrat li Bêljîkê û Jiyar Qasimî berpirsê beşa peywendiyên Kurdistanî û Îranî li komîteya wî welatî, beşdarî li konferansa Nûneratiya Neteweya Kurd li rêkxirava neteweyên yekgirtî kirin ku li bajarê Biroksilê birêve çû.
Di konferansê de, Beha Îbrahîmî gotarek pêşkeş kir û îşare bi vê kir ku wan cure hewlane pêşîneyek dîrokî heye û bi salan e ku Hizba Dêmokrat li rêya kombûnên navdewletî, wek endametî li rêkxirava Înternasyonala Sosyalîst û UNPO hewl daye dengê neteweya Kurd li hemû beşên Kurdistanê bigehîne korbendên cîhanî.
Herwisa navbirî amaje bi hewcehiya karkirina hevbeş û guhertina zêdetir a bîr û hizran li navbera hêz û aliyên siyasiye Kurdistanê kir û tekezî li ser berdewamiya xebat li tev rehendan bo desteberkirina mafên netewî yên gelê Kurd kir.
Ew konferans ji aliyê kongireya netewî a Kurdistanê (KNK)ve bi beşdariya aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê hatibû rêkxistin, şanda Hizba Dêmokrat ligel dostan û aliyên beşdarbûyî hevdîtin kir, û amadehiya xwe bo bihêzkirina peywendiyên nîştimanî ligel tev hêzên siyasî da xûya