Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma mirovkuj 2 girtiyên din ên siyasî bidar vekirin

13:54 - 5 Çirriya pêşîn 2026

Li gorî çavkaniyên rêkxistin û saziyên mafê mirovan,komîteya azadiya girtiyên siyasî, sibêdeha îro roja duşemê 13ê Rezberê, Elîreza Spahî û Elîreza Reîsî, du kes ji girtiyên xwenîşandanên giştî yên meha Befranbara 1404an, li girtîgeha Dastgird a Îsfahanê hatine darvekirin.

Ev nûçe ji aliyê Şahbaz Wekîlî, parêzerê Elîreza Spahî di qonaxa ji nû ve darizandinê de, li ser hesaba wî ya Instagramê hat ragihandin. Wekîlê wî diyar kir ku tevî pejirandina daxwaza ji nû ve dadigehîkirinê û pêdaçona bi dosyeya wî, Dadgeha Inqilabê ya Îsfahanê bêyî çêkirina civîna dadgehê û di kêmtirî 48 demjimêran de ev daxwaz red kiriye.

Çalakvanên mafên mirovan di meha dawî de gelek caran hişyarî dabûn ser eger û metirsiya darvekirina van her du kesan.

Dosyeya bi navê "Meydana Elîxanî" ku girêdayî xwenîşandanên 18ê Befranbarê ye, ji destpêkê ve bi nerazîbûna li ser riya darizandinê, dadgehkirina giştî û veşartî, û êtirafvergirtina bi zorê re derketibû holê. Komara Îslamî îdîa dike ku di wê bûyerê de çar endam û Basîc hatine kuştin.