Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera êrîşkirina dubare ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê zêde bûye

10:16 - 1 Çirriya pêşîn 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li civîneke rojnamevaniyê de bi tekezî ragiahndiye ku rewşa niha ya rêjîma Îranê bi her şêwazekê be, dê bi dawî bibe û li derheq jianvbirîna berpirsên rêjîmê yên mayî de jî ragihand ku, egera vê heye em wan biteqînin. Dibe em biryarê bidin, wan biteqînin an lihevkirinê bikin, dema vê yekê nêzîk bûye.

Serkomarê Amerîkayê li derheq veguhastina neftê li tengava Hormozê de jî ragihand ku qaseke gelek zêde ji nefê ji tengava Hormoz re derbas dibe û Amerîka kontrola tevav bi ser tengava Hormoz de heye, em vê yekê bi rê ve dibin û bi tevavî kontrola vê li destê me de ye.

Herwisa Donald Tiramp tevî îşarekirin bi guherînên li tengava Hormoz de ragihand ku zêdetir ji her demeke, neft ji tengava Hormoz re derbas dibe, lê rêjîma Îranê nikare tenê bermîlek neft bifiroşe û live re derbas bike.

Tiram got: aboriya Îranê herifiye, êdî desthilatdarên rêjîmê nikarin welat îdare û kontirol bikin, me hêz û şiyana wan a esmanî, deryayî, mûşekî, bejayî û bernameya etomiya wan ji nav biriye, me aboriya wan herifandiye, me rêber û hemû fermandeyên leşkerî û pisporên Bernama etomî kuştine. Evên mayî yan yê teslîm bin û lihevkirinê bikin, yan emê wan jî biteqînin.