Di destpêka banga Yekitiya Xwendikaran de hatiye: Rewşa niha a civaka me cudaye û li jêr desthilatekê de ku hemû rêyek bo asmîlekirina ziman, dîrok û çanda me digre ber, xwendekar bi tenê bo wergirtina birwanamê naçine zanîngehan û erkên nîştimaniyên we li vê qonaxê de girantir dibin.
Li pol û navendên akadîmî de, tikaye berjenga rastîn a ziman û kultura Kurdî bin û bi şanazî ve parêzerê nasname û mîratên netewî ye xwe bin.
Li derheq xwendekarên neteweyên din de, hûn nûner û dîplomatkarê doza rewa a neteweyekê ne, bi zanist, lojîk û pênûsên xwe berevaniyê li mafên neteweyî ye xwe bikin.
Li rêya tekoşîna medenî, çêkirina diyalog û rêkxistina xwendekarî ve, dibe dengê mafxiwaz a Kurdistanê li zanîngehan de bin û wî dengî bigehînine hemû cihekî.
Yeketiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê, wekî landika kevnar a xebata akadîmî, destê we digre û daxwazê ji we dike ku mil bi milê xiwendinê, li çepera xebata medenî û netewî a xwendekarî de jî refên me tejî bikin, heya em pêkve kelehekê ji berxwedanê hember her hewleke neyarane çepel ava bikin.