Li berdewamiya şer û pevçonên çekdarî yên hêzeke çekdar li dijî hêzên tepeserkar û çekdarên rêjîma Îranê li Sîstan û Belûçistanê, çendîn maşînên hêzên çekdarên rêjîmê li nêzîkî bajêrê Bompûrê bûn armanc û piraniya hêzên rêjîmê di wan maşînan de wan hatin kuştin.
Li gorî rapora Halveş, îro duşemî 13ê Rezbendê, du maşînên hêzên çekdarên rêjîmê li bajêrê Bompûrê ji aliyê hêzeke çekdar ên Eniya xebatkarê xelkê Belûçistanê ve bûn armanc û hemû sernişînên van du maşînan hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên destpêkî, li encama gulebarandina bi ser yek ji maşînan, herî kêm sê çekdarên hêzên terorîstî yên rêjîmê hatine kuştin.
Li wê pevçonê de, ajansa nûçeyan a polîsê Belûçistanê bi piştrastkirina êrîşê, kuştina "Ustwar duyem Emîrhuseyn Qasimî" û "Grouhban yekem Nizam Destguşadê" li vî êrîşî de piştrast kir.
Li gorî dawî zanyariyên Halveşê, hemû sernişînên vê maşîna leşkerî li encama êrîşê de hatine kuştin.
Eniya Xebatkerên Gel a Belûçistanê ev êrîşa bo ser hêzên terorîst ên rêjîma Îranê kêşa ustiyê xwe.
Ev ser çendîn rojane ku çekdarên neteweya Belûç û bi taybetî li jêr nave Eniya Xebatkarên Gel a Belûçistanl, li hember cinayet û hovtiya hêzên rêjîmê, wek bertek û bersiv, şer û êrîşên çekdarî encamp didin û derbên giran li rêjîmê didin û rojane çendîn kes ji hêzên tepeserkare rêjîmê dikujin.