Kirîza beşa tendirûstiyê li Îranê de ber bi qonaxek metirsîdar ve diçe, li gorî amarên fermî, ne tenê Îran tûşê kêmiya berçar a hêza perestariyê bûye, belkî pêlek berfireh a destjikarkêşana kar ji aliyê wê qatê ve serîhildaye.
Ew rewiş di demekê de ye ku daketina bêmînak a bihaya dirav, heqdestê mehane a perestaran bo nêzî 100 dolarî kêm bûye û li hember de demjimêrên karên zêde, berdewambûn li ser karên wan zehmet kiriye.
Mihemed Şerîfî Muqedem, Berpirsê mala perester, roja Yekşemî 12ê Rezberê ragehand perester li navbera 25 bo 28 Milyon Tumenane û perester gihane wê baweriyê ku mana wan li malde bi wê heqdestê biqazanctire.
Ew rewşa abûrî rastewxwe bûye sedema zêdebûna destjikar berdanê li seranserê Îranê de, bi cureyekê ku li niha de ew perestarên ku dest ji kar berdane û perestarên malnişînkirî gihane nêzî 70 hezar Kesan.
Tevî vê ku salane hejmara derçûyên beşa perestarî sê qat zêde kiriye, lê bê hêvîtî li çaksaziya system û kêmiya dahatê wisa kiriye ku binkeyên tendirûstiyê de berdewam be.
Nûner û çalakvanên beşa perestariyê hoşdariyê didin ku çolbûna hêla pêş a derman bi sedema berdewamiya dest jikarkêşanan, metirsiya bilez û micid dixe ser ewlehiya tendirustî û canê welatiyan.