Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike şiyana mûşekiya xwe zêdetir kiriye

15:29 - 5 Çirriya pêşîn 2026

Mihemed Ekremîniya, berdevkê artêşa rêjîma Îranê îdia dike ku lezgînî û mewdaya avêtina mûşekên xwe zêdetir kirine û dikarin armancên dûrtir heta mewdaya hezar kîlometrî bikin armanc.

Navbirî îdia kiriye ku piştî şerê 40 roje digel Îsraîl û Amerîkayê gihîştine vê encamê ku dujmin dûr e û dibe em mewdaya mûşekên xwe zêdetir bikin.

Navbirî îdia kiriye ku şiyana lêdana hûr a mûşekan jî zêde kirine û karine li êrîşa bo ser binkeyên Amerîka li Kuweytê û gemiyan serkevtî bin.

Îdiayên çewt ên rêjîmê li lêdana gemiyan pêka raporên belavbûyî, pitir hatine teqandin û yên mayî zêdetir li derdora gemiyan kevtine, lê hinek ji diron bi hinek gemiyên barhilgir kevtine.

Rêjîma Îranê li halekê de lahiyan bo sekinandina şer û dawîhatina dorpêçên kawilker dike, bo xapandina raya giştî û perdepoşkirina şikestên xwe yên giran ku nêzî herifînê kirine, belavkirina pirûpaganda û nûçeyên çewt û bê esas û îdiayên betal, gelek zêde kirine.