“Rabêrt Harward”, Generalê Deryayî yê Amerîkayê ku pêştir Cihgirê Fermandeyê CENTCOM û fermandeyê Hêza taybet a “SÎL” bûye, ragihand ku rêjîma Îranê li dehikên derbasbûyî de şereke nebranber bi dijî Amerîkayê lidar xistiye û dibe Amerîka givaşên xwe bo ser vê rêjîmê heta dema herifandina vê, bidomîne.
Herwisa wî Generalê Amerîkayê ragihand ku rêjîma Îranê bi salan e bi rêya torên milîsan, êrîşên saybêrî û şêwazên din ên şerê neberanber, bo derbelêdan bi Amerîkayê bi kar anîne.
“Robêr Harward” pêştir jî gotibû ku dibe Amerîka givaşên “aborî, saybêrî û siyasî” bo ser rêjîma Îranê zêde bike û heta herifandin û guherandina vê rêjîmê li Îranê, berdewam be.