Pêka rapora rojnameya “Iqtisad” a rêjîmê, zêdebûna qutkirina gaz û berqê li Îranê de, li ser karê yekeyên berhemanînê bûye gefek mezin û li vê derheqê de karnasan huşdarî dane ku berdewamiya sînordarbûna wizeyê dikare %30 a pîşeya berhemanîn li Îranê de ji nav bibe, an rastî xisarên giran bike.
Li vê derheqê de Bêhrûz Silêmanpûr, endamê komîsiyona wize ya meclîsa rêjîmê, îtiraf kiriye: yekeyên biçûk û nêvincî, zêdetirîn xisar ji qutkirina berq û gazê, zêdebûna xercê madeyên destpêkî û kêmbûna darayiya li gerê de bi wan dikeve û li rewşa niha de %90 a projeyên nû, derfeta çon bo nav gera berhemanînê tinabin.
Zanayên aborî ragihandine ku cihgîrnebûn li dabînkirina wize, tevî kêmkirina şiyana berhemanînê, xercê sekinandin û bikarxistina dubare ya hêla berhemanînê zêde kiriye û îmkana dariştina bername bo bingahan tûşî sekinînê kiriye.
Kêmbûna enêrjiyê bi taybet Berq û Gazê li Îranê de bûye sedema sekinîn û daxistina dehan karxane û sedan kargehên berhemanînê, herwisa dehan pirskirêk bo jiyana rojane ya xelkê afirandiye.