Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bo mana xwe şer dike û dê ji nav biçe

09:54 - 6 Çirriya pêşîn 2026

Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl li roja Duşemî 5ê Çiriya Pêşîn, li rêûresma 3emîn salvegera êrêşa 7ê Octobera  sala 2023, ragihand ku Îsraîl derfetê nade rêjîma Îranê ku gefê li hebûna Îsraîlê bike, rêjîma Îranê ji dema hatineserkar ve heta niha ti car hinde bêhêz û lawaz nebûye, bo mana xwe şer dike, lê li encamê de dê ji nav biçe û biherife.

Binyamîn Netanyaho gotiye: “rêjîma Îranê bo jinavbirina Îsraîl pîlaneke 3 beşî hebûye, yekem bikaranîna milîsan li derdora Îsraîl, Duyem bi armancgirtina ax û bajarên Îsraîl bi hezaran mûşekan, û Sêyem bidestveanîna bomba navkî bûye.

Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku Artêşa Îsraîl, milîsên ser bi rêjîma Îranê lawaz kirine û ji Îsraîlê dûr xistine, enbarên mûşekên balistîkî û çendîn beşên bernameya navkî ya rêjîmê ên wek zanayên navkî, damezrawe û jêrxanên navkî kirine armanc.

Serokwezîrê Îsraîl bi rohnî ragihand, lipeyketina bo ser kesên ku li êrîşên 7ê Octoberê de li dijî Îsraîl rol hebûne, dê berdewam be.