Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerekî giran bo kontirolkirina cihên dest Husiyan dest pê kiriye

10:00 - 6 Çirriya pêşîn 2026

Pêka dawî zanyariyên belavbûyê êrîşa Erebistanê û dewleta Yemenê ya bi navê “Sibêdeha Yemenê” bi sedan balafirên şerker, 324 binkeyê Hûsiyên Yemenê kirine armanc. Herwisa li êrşa bejayê de jî, li demjimêrên dawî yên 5ê Çiriya Pêşîn, devera startejîk a Zobab û balafirxane ji dest Hûsiyan derxistin û gihîştine nêzî tengava Babolmendeb.

Welatên “Tirkiye, Erebistan û Pakistan”ê hevpeymaniya berevanî ya naskirî bi peymana Mekê çalak kirin û ragihandin ku sozên berevaniya ji hev bi lezgînî çalak bikin û hêzên wan dê bi lezgînî li Erebistanê de cihgîr dibin.

Hevpeymaniya Erebistanê ragihandiye ku enbarên cebilxane, damezraweyên gemiyên bombrêjkirî û mînên deryayî jinav birine û pêka rapora kanal 14 a Îsraîlê, Tirkiye û Pakistanê cihgîrkirina hêzên xwe li Erebistanê de dest pê kirine.

Ji aliyê din ve balafirxaneya bajarê Riyazê û palavtingeha Aramko li bajarê Ceddê li Erebistanê bûne armanca mûşekan, û Balyozxaneya Amerîka li Erebistanê daxwaz ji welatiyên xwe yên li wir kiriye ku ewlehiya xwe biparêzin.

Herwisa hatiye baskirin ku paşmaweyên rêjîma Îranê bo piştevanîkirin ji Hûsiyan, fermana amadebaşiyê daye û Hûsiyên Yemenê huşdarî dane ku balafirên li esmanê Erebistanê de dê bikin armanc û Erebistan jî berpirsyar e.

Balafirên gihandina esmanî ya şewata balafiran ên welatên Firanse û Birîtaniya li deverê de dor lê didin û Pakistanê bi fermî tevlîbûna Artêşa xwe bi şerê digel Hûsiyan ragihand.

Devera Almoxa kevtiye destê hêzên dewleta fermî ya Yemenê û Hûsiyên Yemenê li vê deverê û li paytexta Yemenê de jî kevtine ber bombebaranên gelek dijwar.

Li gelek nawçeyan Artêşa Erebistanê û Yemenê, kontirol girtine dest xwe û li zaf cihan jî şerekî bê eman berdewam e û devra Husiyan girtine û ev milîsên rêjîma Îranê bi perîşanî yan têne kuştin û yan xwe teslîm dikin.