Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa Dolar li hember dirafê Îranê berdewam e

13:51 - 1 Çirriya pêşîn 2026

Li roja Pêncşemî 1ê Çiriya Pêşîn, nirxa Dolar heta demjimêrên nîvro, gihîşte 259 hezar û 700 Tumenî û nêzî 260 hezar Tumnî bûye.

Li halekê de li dawiya roja Çarşemî 30ê Îlonê nirxa dawî ya Dolar 255 hezar û 300 Tumenî bû, li roja pêncşemî 1ê Çiriya paşîn li demjimêra 12 nivro li bazara Têhranê de gihîştiye 259 hezar û 700 Tumenî.

Pêka wan amaran, heta nîvroya roja Pêncşemiyê, li 7 rojên derbasbûyî de nirxa Dolar ji 232 hezar û 900 Tumenî gihîştiye 259hezar û 700 Tumenî, pêka vê amarê nirxa Dolar li vê heftiyê de %10.23 bilind bûye.

Heta dema amade kirina vê nûçeyê ev nirx wiha bûn ku me bas kir, lê egera bilind û nizmbûna wan nirxan heye.