Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên paşmaweyên rêjîmê li welatên cîran berdewam in

10:44 - 6 Çirriya pêşîn 2026

Li halekê de berpirsên rêjîmê lahiyan bo hilveşandina dorpêçan û bidawîhatina şer dikin, pasdarê terorîst Elî Ebdullahî berpirsê stada hêzên çekdar ên rêjîma Îranê careke din gef li Amerîka û welatên deverê xwar û îdia kir li egera êrîşa nû bo ser rêjîmê, dê agirê şer pêsîra wan hemiyan bigre.

Gefxwarinên wî pasdarê terorîst li halekê de ye ku li êrîşên Amerîka û Îsraîl bo ser rêjîmê de hêzên rêjîmê, bîna û jêrxanên medenî li welatên cîran û Kendavê kirine armanc û heta li êrîşa bo ser Hizbên Rojhilatê Kurdistanê de jî kempên medenî yên ser bi saziya Netewên yekgirtî kirine armanc.

Herwisa wî pasdarê terorîst careke din helwîsta çewt a rêjîmê li derheq amadebûna hêzên Amerîka li deverê dubare kir û îdia kiriye heta hêzên Amerîka li deverê de hebin, nearamî dê berdewam be û dê bersiva her êrîşekê bidin û welatên derdor bikin armanc.