Ofîsa Kontrola Darayiyên Biyanî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê peyameke tund a huşdarîdanê rû bi damezraweyên malî yên biyanî li derheq her cure hevkariya ticarî digel rêjîma Îranê belav kir.
Li vê peyama huşdarîdanê de hatiye li egera berdewamiya her cure danûstandineke malî digel navendên malî yên tomarkirî li lîstê dorpêçan ên rêjîma Îranê, egera vê heye her demekê de bê agehdarkirina berê, rastî dorpêçan bibin. Herwisa li vê peyamê de daxwaza sekinandin û bidawîanîna her cure pêwendî û karekî pêwendîdar a malî digel rêjîma Îranê kirine.
Wezreta Xezînedariya Amerîkayê li vê peyamê de tevî îşarekirin bi bernameya givaşa aborî ya bi navê “Oprasiyona Dûrxistina Aborî”, dorpêça pişeya gemîranî, dîcîtal û teknolojiya rêjîma Îranê û karên xwe li tomarkirina lîstên dorpêçan ên wek tomarkirina navê çendîn bankên li Tirkiye û Îmaratê, ragihandiye: “Damezraweyên malî yên biyanî ku destpêregihîştina rêjîma Îranê bi sîstema malî ya cîhanî hêsan bikin, egera vê heye tevî dorpêçkirina wan, rastî sizakirinan bên.