Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd bi hemî pîvanên netewebûnê, Netewe ye

15:21 - 7 Çirriya pêşîn 2026

N. Nûredîn Sofîzade

 

Netewebûn pênaseya bilindtirîn a piştrastkirina hebûna siyasî, çandî û erdnîgarî ya gelan e.

Dema em behsa Kurdan dikin, em behsa neteweyekî xwedî hemû taybetmendiyên netewebûnê dikin, ne tenê komeke "êtnîkî" an kêmaniyek, hevgirtina dîrokî, zimanê hevpar, çanda xweser, erdnîgariya diyarkirî û daxwaza siyasî ya azadiyê û gelek mijarên din, pênaseya neteweyî ne û li belgename û pejirandiyên navnetewî de jî weke mafek hatiye diyarîkirin.

Lê belê, dewletên serdest û neyarên gelê Kurd tu carî amade nînin ku bi fermî êtirafê bi netewebûna Kurdan bikin. Ev redkirin ne ji ber kêmasiya belgeyên dîrokî an zanistî ye, belkî xwedî armanc û stratejiyên kûr ên siyasî ye. Dema ku neyar Kurdan tenê wek Êtnîk an eqeliyyet pênase dikin, hewl didin mafê çarenivîs û desthilatdariya siyasî ji destê Kurdan derxînin. Ji ber ku li gorî yasaya navneteweyî, mafê avakirina dewletê an mafê diyarîkirina çarenivîsê mafê neteweyan e, ne mafê kêmnaniyên êtnîkî, lewra hikûmet û neteweyên serdest û neyarên Kurdan gelek bi hişmendî naxwazin netewebûna Kurdan bînine ziman. Neyar dixwazin doza Kurd ji meseleyeke siyasî û neteweyî daxînin asteke mafên çandî an herêmî yên piçûk.

Bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ev siyaset xwedî dîrokekî sedan sale ye. Rejîmên serdest ên li Îranê, çi di serdemên berê de û çi jî niha, her tim daxwazên sereke û berheq ên neteweyî yên gelê Kurd li Rojhilat wek cudayîxwaz, metirsî bo ax û ewlehiya welat, an projeyên biyanî binav kirine. Armanca siyasî ya rejîmê li Îranê de li hember Rojhilatê Kurdistanê ew e ku nasnameya Kurdî di nav îdeolojiya dewlet-netewe ya navendî de bihelîne. Ew dixwazin Kurdan tenê wek gelekî Îranî yê xwedî folklorekî herêmî nîşan bidin, da ku ti daxwazeke siyasî ya ji bo xwerêveberî, federalîzm an mafên neteweyî yên heqîqî ser negire.

Di encamê de, têkoşîna Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê ji bo mafên zimanî an çandî ye, belkî berxwedanek e ji bo parastina nasnameya neteweyî. Pejirandina Kurd wek netewe ji aliyê dewletên serdest ve, tê wateya pejirandina hevparbûna wan di desthilatdarî û erdnîgariyê de, tiştek ku rejîmên neyar ji bo parastina desthilata xwe tu carî qebûl nakin. Ji ber vê yekê, pênasekirina rast a Kurdan wek netewe, stûna bingehîn a têkoşîna siyasî û rizgarîxwaziya Kurd e.