Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêkirina çalakiyên binkên etomî li bakurê Rojhelatê Tehranê

16:04 - 7 Çirriya pêşîn 2026

Peymangeha Zanist û Ewlehiya Navdewletî bi belavkirina wêneyên nû yên mahwareyan ragehand, ku çalakiyên serbazî û locîstîkî li civakek sitatejîk li bakûrê Rojhelata Tehranê de dest pê kirine.

Ew cih ku rejîma Komara Îslamî berê li jêr navê sexte a (Melbenda Mîn) ê ser bi Wezareta Berevanî veşartibû, li rastiyê de binkeyek nihênî û sereke a geşedana çeka etomî bû.

Dezgehên nûçegihaniya Îsraîlê piştî peydakirin û naskirina zanayên etomî yên rejîmê û şopandina hûr bo çalakiyan li vê navendê de, li 12ê Reşemeya 1404an de êrîşek hûr a esmanî kire ser wî cihî û beşek berfireh li binke û binerdên wê wêran kirin.

Destpêkirina wan çalakiyan li demekê de ye ku raportên din jî li ser çalakbûna bernamên etomî a rejîmê derkeftine, ji wan veguhastina hezaran santirîfiyûj bo wêzgeha binerdî a Çiyayê Pîkakis, li 30ê Pûşperê û cîbicîkirina guhertinê û çêkirina astenga berevanî li derdora tonêlên binerdî a Neteniz, Fordo û Îsfehanê li 11ê Pûşperê.

Ew pêngavane selmênerê mukumbûna Tehranê li ser dirêjedan bi piroja etomî, tevî êrîşên serbazî û givaşên navdewletî ne.