Cî Dî Vens, Cihgirê Serkomarê Amerîka li hevpeyvîn digel nûçegihanê Reutersê de ragihand ku Amerîka mijûlê danûstandin digel rêjîma Îranê ye lê piştî kuştina Elî Xamineyî, xuya nîne ku serkomar û wezîrê derve yên vê rêjîmê bi çi qasekê desthilata biryardanê hene.
Herwisa navbirî ragihand ku yek ji pirsên ku bo me eşkere bûye ev e ku rohn nîne li Îranê de biryar bi çi şêwazekê tê dan.
Li vê derheqê de Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê jî îşare bi çarçoveya hêzê li Îranê de kiribû û gotibû ku mezintirîn pirsgirêk li hember Îranê ev e ku ti kesek nizane kê wî welatî bi rê ve dibe.
Axaftnên berpirsên Amerîka li derheq desthilata biryardan li Îranê li halekê de ye ku beşek ji desthilatê dijî biriyara beşa din a desthilatê ne û şanoyeke rengawreng ji biryardanên dijhev li desthilata rêjîmê de têne dîtin.