Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên dewleta Yemenê, li çendîn deveran de şikestên mezin li Hûsiyan dan

16:20 - 7 Çirriya pêşîn 2026

Li berdewamiya operasiyona “Sibêdeha Yemenê”, hêzên dewleta Yemenê bi hevkariya hêzên xelkê devera “Heyfan” li parêzgeha Tteezê de Hûsî tûşî şikestê kirine û operasiyona serbaziya xwe li çendîn eniyan ên wek “Marib û qiraxava rojava” de pêşrevî kirine, hevdem êrîşên esmanî bo ser navend û şiyana serbaziya Hûsiyan li bajarên Sen’a, Soide û Elhodeydeyê de hatine kirin.

Herwisa li devera Quds a ser bi bajarê “Elmewasit” jî şerekî giran dest pêkiriye û hêzên dewleta Yemenê û xelkê xwecihî derbên giran li Hûsiyan xistine.

pêştir li dijî Hûsiyan li deverên “El-Erbe`în, El-Eqrûz, El-Oneyn, Cebel Hebeşî û Elbeyrînê de Hûsî bibûne armanca êrîşên giran.

Pêka raporên belavbûyî, li devera Te`ezê de sedan milîsên Hûsî hatine kuştin û sedanên dinê jî birîndar bûne û dehan diron û maşînên serbazî û tankên hûsiyan hatine teqandin lê heta niha Hûsiyan ev amar piştrast nekirine.