Abûriya Îranê li meha Xermananê de tûşê aloziya hevdem a bilindbûna teweromê, hiloşîna berhemanîn û bihaya pere bûye, rewşek ku givaşa bijîvê li ser malbatan bo astek bê mînak zêde kiriye.
Navenda amara Îranê ragehand teweroma xal bi xal gihaye %89.8 ku bi berhevdanîn bi meha Gelawêjê 0.8 yeke zêde kiriye û teweroma salane jî bo %73.6 bilind bûye.
Ew amarane evê nîşan didin ku malbat li meha Xermananê de bo kirîna komek alavan û xizmetguzarî, nêzî %90 zêdetir li Xermanana sala derbasbûyî de xeric kiriye.
Herwisa teweroma li ser hewcehiyên xwarin û wexwarinê û pêdiviyên rojane jî %121.8 hatiye tomar kirin.
Ew bilindbûna teweromê hevdeme ligel hiloşîna abûrî, navenda amara rejîmê geşeya abûrî sê mehên yekem a sale bi %10.1 nerênî helsengandiye, anku abûriya Îranê li tevî giranbûna bilez a nirxan, ber bi paşekişeyek kûr a berhemanînê çoye.
Li bazara pere de jî, Dolar bi derbaskirina 256 hizar tumen û Yoro bi derbaskirina 290 hizar tumenî rîkorda nû tomar kirin, hilkişînek ku hetta soza banka Navendî bo rijandina du Milyard dolaran nebûye rêgir li hember de.