Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îsraîl û çendîn welatên dine de yadê qurbaniyên 7ê Oktobrê tête bibîranîn

16:24 - 7 Çirriya pêşîn 2026

Îro tam 3 sal bi ser wê êrîşa terorîstî a Hemasê û bi piştevaniya rêjîma Îranê  bo ser festîvalekê li Îsraîl de derbas dibe ku di vê kiryara hovane de, pitir ji 1200 kes ji xelkê sivî ku jin û zarok û pîr û ciwan bûn, ji aliyê girûpa terorîstiye Hemasê ve bi avayê hovane hatne kuştin, sedan kes ji pîr û zarok û jin bi êxsîrî gel xwe birin.

Îro li Îsraêlê û gelek bajarên cîhanê ji bo bîranîna qurbaniyên êrîşa 7’ê Oktobrê ya sê salan berî niha, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Li seranserê Îsraêlê xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji qurbaniyan hat ragihandin. Hêzên Hemasê sê sal berê di 7ê Oktobrê de êrîşî Îsraêlê kiribûn, û wêne û vîdeoyên cinayetên xwe, a girtin û kuştina mirovên sivîl bo tîtina çavê hemî cîhanê li media û torên civakî de belav dikin.

Di vê salvegerê de, li cîhanê jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Kiryarekî terorîstî ku piştre gelek guhertinên mezin li pey xwe anîn. Îsraêlê di operasyonên xwe yên leşkerî yên kerb û tolhildanê de, Xeze bi temamî kavil kir, nêzî 80 hezar kesî kuştin, bi sedan hezar kes derbider bûn, tev rêberên Hemasê û endamên wê kuştin. Piştre û di doma wan bertekan de bû ku Hizbulaha Lubnanê, Rêjîma Îranê û tev girûpên niyabetî li nawçê de keftine ber êrîşa Îsraîl û derbên giran ber wan keft, Ev bûyer berdewamiya aloziyeke kûr e ku bandoreke mezin li ser herêmê û cîhanê dihelîne.