Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dosyesaziya bikom a rejîmê li jêr navê ewlehiya netewî

16:28 - 7 Çirriya pêşîn 2026

Dezgeha binav dadweriya rejîma Îranê li rêya bikaranîna sîstema Dadweriyê wek amrazekî serkutkarî, pêlek nû a dosiye saziya bikom li dijî welatiyan û sendîkayên serbixwe dest pê kiriye.

Berdevkê Dezgeha Dadweriya rejîmê ragehnd li peywendî ligel dû şerên dawî de, 476 dosiyên Dadweriyê hatine pêkanîn û 163 daxwaz bo pêregiheştinê derçûne, hevdem biryara destbiserdegirtina sermaya tometbaran jî hatiye dan.

Ew rêkara dadweriyê li jêr serpoşa Kiryar dijî ewlehiya netewî, wê bê cîbicîkirin, 250 dosyên din bi hezar û 895 tometbar li xwe digre ku desthilata rejîmê bi hevkarî ligel Îsraîlê û dewleta neyar tometbar dikin û li vê mijarê jî 70 daxwaz bo pêrageheştinê derçûne.

Li vê navê de, 94 Karmendên mediyayî û ragehandinê keftine ber pêla wê dadgehîkirinê û zewtkirina mafan, her cure zanyarîgihandinek serbixwe li Îranê de bê bêdengkirin.

Bikaranîna tohmeta nerohn û cîbicîkirina sizayê destbiserdegirtina sermaye bi bê eşkerekirina nasname û belgên yasayî, îşareyek rohne bo nerizatiya sîstema Dadweriya rejîmê.

Amanca destpêkî a rejîmê li tev wan dosiyesaziyane de, çêkirina rewşa tirsandinê li civakê de ye heya li rêya amraza Dadperweriyê ve astengan li hember nerizatiyên girseyî çê bike û azadiya raderbirînê jî bi temamî mat bike.