Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 527 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

18:13 - 7 Çirriya pêşîn 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 527 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manêt bi serdêra “Kurd bi hemî pîvanên netewebûnê, Netewe ye” dikeve ber çavan.

Rûpela 2 – Gotara - Cudaxwazî, tohmetek ewlekarîyê bo ji hole rakirina daxwazeke siyasî, ji nivîsa Kawe Agengerî.

Rûpela 3 de – gotara - Paşvekêşeya Îdeolojîk, ji nivîsa  Aso Minberî.

Rûpela 4 de – gotara - Rewşa çalakîyên nifşa nû di urmîyê de, ji nivîsa Hemîd Çepatî.

Rûpela 5 de - gotara - Piştederkirina dîplomatîk an selimandina hêzê? Ku şiroveyek e li deheq fermana Marko Rubyo li dijî Ebas Eraqçî, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 6 - Beşa 8 a gotara - Ji nû ve nasandina têkoşîna Kurdî di serdema guherînên mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.  

Rûpela 7 ê de gotara - Vekişîna Amêrîkayê dikare bibe destpêkek ji bo yêkgirtinê û serxwebûna Kurdistanê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - de – vê care gotarek hatiye weşandin li jêr nave - Pêşmerge, çemkekî girêdayî bi tevgera medenî–siyasî ya Kurd, ji nivîsa Dr. Azad Mihemediyanî.

Rûpela – 9 de, gotara - Ciwanên Kurd di nav girtîgehê de, û mafê jiyana bi zimanê dayikê, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 10 – Gotarekî civakî li jêr navê - Rola Jinên Kurd di Parastina Çanda Kurdî û Beşdarbûna li Medyaya Civakî de, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 527 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Dîplomasiya revê” ku temsîla biryara wezîrê derve yê Amerîka bo derxistina heyeta rêjîma Îranê li Amerîka de dike ku bo beşdariya kora giştî a Neteweyên Yêkbûyî çobne Amerîka, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 527a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.