Roja Çarşemî 7ê Çiriya pêşîn, li demjimêrên şevê de girûpeke çekdarên çekên RPG û çekên sivik û nîve giran, binkeya hêza tepeserker a întizamiya rêjîmê li bajarê “Caliq”ê ser bi parêzgeha sîstan û Belûçistanê kirine armanc.
Pêka raporên hinek çavkaniyên xwecihî, bînaya stada fermandehiya hêzên întizamiya rêjîmê li wî bajarî de bûye armanc û herwisa li berdewamiya şer de hêza piştevanî ya rêjîmê ku bi hawara wan hêzên hov ve çone, kevtine nava kemîna çekdarên Belûç û ber êrîşan û maşîneke hêzên rêjîmê bi kesên tê de hatiye teqandin û hêzên rêjîmê paşve revîne û li dûr cihê şer cihgîr bûne.
Ev raporên destpêkî ne û zanyariyên zêdetir li vê derheqê de hêj belav nebûne, herwisa nasnameya kesên êrîşkirî nehatiye zanîn û ti alî an kesekî ev êrîş nekêşaye stuyê xwe û xisarên pêketî bi hêzên paşmaweyên rêjîmê jî hêj nehatiye zanîn.
Çekdarên Belûç kêm roj heye ku li berteka cinayetên rêjîmê li wê herêmê de, êrîşê nekne ser hêzên rêjîmê û derbên giran ji wan nedin.