Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê balyozê rêjîmê bi sedema belavkiriona raporên çewt gazî kir

09:58 - 8 Çirriya pêşîn 2026

Paskal Konfafro, Berdevkê Wezareta Derve ya Firansê li roja Çarşemî 7ê Çiriya Pêşîn belav kiriye ku balyozê rêjîma Îranê bo nîşandana nerizayetiya dewleta Firansê li derheq belavbûna propagande û nûçeyên xapîner, çewt û bê binyat ên berpirsên rêjîma Îranê li derheq xwenîşandana xwendevanan li Firansê, bo wezareta Derve ya Firansê gazî kirine.

Herwisa navbirî got: “bi balyozê rêjîmê hate ragihandin ku gotinên çewt ên ku hisaba bikarhêneriya fermî ya wezareta derve ya rêjîmê li torên înternetîê de belav kirine, bi ti awayek nayê qebûlkirin û banghêjkirina balyozê me li Têhranê li 6ê Çiriya Pêşîn, ti esasek nîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Firansê tekez kir ku bi balyozê banghêjkiriyê rêjîmê bi rohnî hatiye ragihandin ku “ev kiryarên ve yên hander, cihê şermê ye û dibe hûn wan kiryarên xwe yên cihê şermê bisekinînin”.

Berpirsên hov ên rêjîmê bi belavkirina çewtekariyan, îdiayên bê binyat û wehmî, hewla reşkirina dewleta Firansê didan, li halekê de her bi xwe li Îranê de bersiva xwenîşandana xwendevan û xwendekaran bi reşaş û doşkeyan dan, an li jêr îşkenceyan de kuştin an sizayên giran û tohmetên wehmî bi ser wan de sepandin û piştre bidar divekin û bi hovanetirîn şêwazê tepeser kirin.