Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 200 milyon Dolar bo Hizbulalha Lubnanê şand

10:05 - 8 Çirriya pêşîn 2026

Pêka rapora Reutersê, rêjîma Îranê 200 miliyon Dolar bo Hizbulalha Lubnanê şandiye ku ev girûpa terorîstiye ser bi rêjîmê bikare alîkariyê bi her malbateke Hizbulaha Lubnanê bike ku li şerê digel Îsraîlê de xisar bi wan ketiye.

Pêka rapora Reutersê, Hizbullaha Lubnanê li destpêkê de dixwaze 3 hezar dolarî bide her malbatekê û malbatên ku gundên wan hatine kawilkirin an bi sedema amadebûna hêzên Artêşa Îsraîlê li deverên bakûrî yên Lubnanê de derfeta vegerînê nînin, dê pêşvetir bin.

Hizbullaha Lubnanê bi siyaseta rêjîma Îranê, welatê Lubnanê da kawilkirin û sedan hezar malbat dane awarekirin.

Hinek çavkaniyan hejmara wan malbatan li derdora 50 hezar malbat ragihandine.

Li halekê de piraniya xelkê Îranê bo peydakirina nanê şevê li dijwariyên tund de dijîn û nikarin piraniya hewcehiyên destpêkiya jiyana xwe dabîn bikin, paşmaweyên rêjîmê her carê bi sedan milyon Dolar, dirafê xelkê Îranê bi armancên çepel û çewt, li derveyî Îranê xerc dike û ti giringiyekê nadne xelkê Îranê.