Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amadebaşiya erteşa Amerîka bo êrîşkirina ser rêjîma Îranê

10:10 - 8 Çirriya pêşîn 2026

Aksiyosê belav kiriye ku Wezareta Berevaniya Amerîka (Pêntagon) ferman daye bi fermandehiya Navendî a welatê xwe (SENTKOM)ê ku amadekariyên xwe bo destpêkirina operasyonên serbazî yên berfireh bo ser komara Îslamiya Îranê tewaw bike, li demekê de givaşên abûrî û serbazî bo ser rejîma Îranê li asta herî bilind de ye, Amerîka xwe amade dike ku carekî din êrîşê bike ser rêjîma Îranê.

Li gorî raporta Aksiyosê, li zarê berpirsên Amerîkî ve, ew ferman di demek diyarîkirî bo destpêkirina êrîşan destnîşan nekiriye û Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka heya niha jî biryara dawî li vê deheqê de nedaye.

Lê çavkaniyên Amerîkî û Îsraîlî îşare bi vê yekê dikin ku eger heye ew êrîşane pêş hilbijartinên navendî yên Amerîkayê û hilbijartinên Îsraîlê bêne encam dan.

Berpirseke koşka sipî ragehandiye ku Tiramp tev bijarde li ber dest de ne û tekezî ji vê kir ku, Amerîka li pêgehekî gelek bihêz de rawestaye, kontirola Tengava Hormozê li dest de ye û abûriya Komara Îslamiya Îranê li lêva hiloşînê de ye, rejîma Îranê bi awayekî bêmînak lawaz bûye û rewş bi yek ji wan du rêyan de wê diçe, rêya hêsan yan rêya dijwar.

Ev zêdebûna ewlehî ku berê govara Atlantîk raport dabû Serokomarê Amerîka gengeşa bijardên serbazî bo ser cihên veguhastî yên Komara Îslamî dike.

Hevdem ligel têkçûna ewlehiya keştîwaniyê li Tengava Hormozê û zêdebûna aloziyên deverî, koşka sipî givaşên abûrî û serbazî bo ser Tehranê gihandiye bilindtirîn astê.