Navenda Mafê Mirovî li Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku dezgeha dad a rêjîma Îranê li parzêgeha Mazenderanê piştî xwenîşandanên sala 1404 a rojî bo zêdetir ji 160 kesan dosyseyên pêwendîdar bi zewtkirina darayiya wan çê kirine û piraniya wan dosyan ya wan kesan e ku li derveyî Îranê de ne, û darayiya wan li parêzgeha mazenderanê de ye û dezgeha dad a rêjîmê bi tohmeta pêywendî bi girûpên dijberî rêjîmê an navendên biyanî darayiya wan zewt û talan kiriye.
Dezgeha binav dad a rêjîmê bi pêka xala 49 a yasya bingehîn a rêjîmê, malê wan zewt û talan kiriye li halekê de li dosyeya wan de ti îşareyek bi çavkaniya darayî û belgeyên pêywendîdar ên hewce bo zewtkirina wan darayiyan û şêwaza reftara xwdiyên wan daraiyan bo berevanî ji mafê xwe nehatiye kirin.
Zewtkirin û talankirina darayiya neraziyan bûye yek ji şêwazên reftara dezgeha tepeserkare dad a rêjîmê bo sizakirina neraziyan.
Wê dezgeha tepeserka a rêjîmê li zewtkirin û talankirina darayiya wan kesan de ti pîwer an nirxek an ast û rêjeyek bo talankirinê nedaniye û hemû darayiya wan kesan zewt kirine û bo berjewendiyên rêjîmê an kes an taqimekê talan kirine û bikar tînin.