Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Birîtaniyê 3 sîxurên rêjîma Îranê dadgehî dike

10:26 - 8 Çirriya pêşîn 2026

Dadstanên Birîtaniyayê ragiahndine ku 3 kesên Îranî bi nûneratî ji saziyên ewlehî yên rêjîma Îranê, rojnamevanên dijberî rêjîma Îranê li Birîtaniyayê de xistibûne jêr çavdiriya xwe û dixwestin amadekariyê bo êrîşkirina tundîtûj bo ser wan rojnamevanan bi tola rexnegirtinên wan bikin.

Dadstanên Birîtaniyayê ragihandine ku wan 3 kesên Îranî yên bi navên “Mistefa Sipehwend temen 41 salî, Ferhad Cewadîmeniş temen 46 salî û Şapûr Qel`ê Elîxaniyê Nûrî temen 57 salî”, bi nûneratî ji saziyên ewlehî yên rêjîma Îranê, sîxurî bi ser rojnamevanên dijberî rêjîma Îranê li Birîtaniyayê de kirine.

Dadstanên Birîtaniyayê li cîvîna dadgehê li “Woolwich Crown” (Vûlwîç Kirawn) a Lendenê de ev biryar ragihandin.

Dadgehîkirina wan li vê heftiyê de li dadgeha royal a “Woolwich Crown” a Lendenê de dest pêkir û “Bîl Êmêlîn Conz”, dastanê vê dosyê gotiye heyeta dadweriyê: “jinavbirina dengê dijberan an rexnegiran, li praktîkê de bûye siyasetek cihgirtî ya rêjîma îslamiya Îranê”.