Hejmarek ji xwendekarên zanîngeha pîşesazî a Xacenesîredînî Tûsî hevdem ligel destpêka sala nû a xwendinê, bê wergirtina biryara Înzîbatî li çon wan bo nav zanîngehê qedexe kirine.
Li gorî raporta çavkaniyên xwendekaran, beşek li wan xwendekaran tu dosyeyek li komîteya Înzîbatî nîne û tenê li rêya nasandin bi herasetê, rêgirî li çonejora wan hatiye kirin, komek din jî ji xwendikaran di nava wan de ne ku hatibne girtin piştî azadbûnê xiwastine vegerin bo zanîngehê.
Berpirsên zanîngehê îdia kirine ew sînordarkirinane li gorî nameyek nihênî û rastewxwe a Wezareta Zanistê cîbicî kirine, lê tu hurgilî derheq bi naveroka name, navê xwendekaran û heyama qedexekirinê aşkera nekirine.
Ev pêngav li demekê de tê avêtin ku berê raport derheq bi qedexekirina çona xwendekaran li zanîngehên din hatibûne belavkirin.
Rêgirîkirin li çona xwendekaran bi bê biryara fermî û zaniyarîbexşîna rohin, carek din nîgeranî hember bi zêdebûna givaşên ewlehî bo ser jîngeha zanîngehan bilind kiriye û derxistiye ku pasewanî û damezravên hikumî heya azadî û serbixweyî yê zanîngehê dixne jêr givaşê.