Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa rejîma Îranê hevdîtin ligel medyayên derekî qedexe kir

10:27 - 8 Çirriya pêşîn 2026

Meclîsa rejîma Îranê li dirêjeya zêdetirkirina tepeseriya azadiya raderbirînê, hevdîtin û gotûbêja welatiyan ligel wan medyayên ku ji aliyê Wezareta Îtlaatê ve bi Dijber tên destnîşankirin, qedexe kir.

Li gorî daxûyaniya nû, ew welatiyên ku wan qedexekariyan pinpê bikin, renge rûbirûyê sizaya girtin, sizaya madî, lêdana qamçiyan û bêparbûn li mafên civakî bibin, herwisa şandina zanyarî, raport û amara fermî nehatine belavkirin bo aliyên derekî bi bê mohlet, dibe sizaya 5 heya 10 sal girtîgeh bi du de be.

Ew biryara nû, li hewlên rejîma Tehranê bo kontirolkirina zêdetir a zanyariyan û matkirina dengê neyaran, siyasetek ku azadiya raderbirîn û destpêrageheştina xelkê bi zanyariyên serbixwe zêdetir li berê sînordar dikin.

Rejîma Îranê bilî bersiv dan û qebûlkirina guhertina azadane a zaniyariyan, dubare hawar bo emraza gef û sizayê biriye heya peywendiya welatiyan ligel media yên serbixwe qut bike.