Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Paşvekêşeya Îdeolojîk

15:41 - 8 Çirriya pêşîn 2026

N. Aso Minberî

 

Pênasa jinê li cem Komara Îslamî, bi berdewamî rengvedana îdeolojiya zal û klişeyên zayendî yên baviksalarî bûye. Di ماheyama zêdetir ji çar dehkên borî de, vê rêjîmê hewl daye ku pênasa jinê bi komeka rolên nerîtî û xêzanî ve girê bide û her cûre beşdariya bandora jinê di qada siyasiyî, leşkerî û bi giştî aktê serbixwe yê jinê de, bi taybetî di çarçoveya rêxistin û hizbên siyasiyên opozisyonê de, wekî reftaraka "dijîjin" yan "dijîbav" û gelek caran jî "dûr ji siruşta jinê" yan "mêrane" nav bibe. Bi vê armancê, dezgehê propaganda yê rêjîmê û perwerdeya îdeolojik a qutabxanyan jî roleke berçav gêřane, belê, ti ji wan neşiyane paşekşê bi xwestek, daxwaz û ji hemûyan giringtir şêwazê bîrkirina azad a jinan bigrin.

Li gel wan hemû hewlan ku bi hezaran dolar pere jî bo hatine xerckirin, îro em dibînin ku birêvebirina komeka çalaki û gelaleyên wekî "Can Feda" û bangewaziya giştî bo organîzekirina jinan di çarçoveya yekeya leşkerî, dermankirinî û lojîstikî de, perde ji ser duferhengiya (durotiya) zeq û aşkera û di heman demê de, paşekşeya rêjîmê ji behayên xwe dûr keve!

Deshelatek ku 48 sal e hewla piştguhxistina jinan dide û tepeseriya wan dike, niha di gupka bêçarebûnê de, hawara xwe biriye ber heman wan kesên ku wekî mirovên pile çend jî nehesibandin. Ev yek wê rastiyê dide diyarkirin ku rêjîm di perîşaniyeke kûr de ye. Yan çi dikare bibe sedem ku deshelatek îro bi wî şêweyî stayişa şiyan û jêhatibûna jinan bike?!

Di demên borî de, navendên serkutker yên Komara Îslamî terhek bi navê terhê "Can Feda" xistine warê cîbcîkirinê. Ev gelale ku ji layê navendên çekdar yên rêjîmê ve dest bi kar kiriye, amanca wê ewa ye ku hêza civakî, bergirî û dermankirinê ya rêjîmê di rewşên qeyranî de rêk bixe. Ev gelale du aliyên sereke hene: Ya yekê layenê leşkerî û medenî ye ku pêkhatî ye ji rakêşana hêza xobexş di çarçoveya "Gurdana Bergiriya Millî ya Can Feda" li ser bingeha fêrkirina rezmî, bergirî û ewlehiyê û di dawiyê de beramberkirina gel li gel gel. Layenê dî jî layenê lojîstikî û dermankirinê ye ku pêkhatî ye ji pêkanîna dehan hezar yekeyên herêmî bo alîkarîgihandin û rizgarkirinê ku bi hevkarî û piştgirîya Heyva Sor birêve diçe.

Xala berçav di vê gelaleyê de beşdariya berçav a jinan û mifah wergirtin ji jinan wekî kalaya rêklamê di rêza yekê ya tomarkirina nav û organîzekirinê de ye. Rêjîm bi fermî daxwazê ji jinan dike ku di çarçoveya vê gelaleyê de, fêrî bergiriyê bibin û wekî mertalekî  piştîvan, di kolan û taxan de, rol bileyîzin.

Ewa ku jin di qada bi evî cûreyî de xwe bibînin û rol bigêrin, di esla xwe de ne xirap e û ne-asayî ye, belê demê deshelatek wekî Komara Îslamî behsa wê dike, cihê baldanê ye!

Komara Îslamî ji destpêka hatina ser deshelatê ve, siyaset û perwerdeya xwe ya civakî li ser bingeha bindestkirina jinan ava kiriye. Di vê proseya demdirêj a îdeolojîk de, jin ji qada biryardanê hatine bêparkirin, û destgehiştina wan bo berpirsiyariyên bilind yên siyasiyî û dadweriyê û heta biryardanê jî jê hatiye zeftkirin, û yasayên wî welatî jî li ser bingeha newekheviya mafên jin û zêlaman hatine darêjtan.

Dezgeh û navendên ewlehiyê yên rêjîmê jî berdewam hewl dane ku beşdariya jinan di grûpên xebatker de wekî reftareka nekêrhatî pênase bikin ku her jinaka gav havête nav wê rêyê, karê wê wekî jirê derkeftina giran a civakî bête pênasekirin. Çimkî ji dîtina îdeolojiya zal ve, divêt jin ne xwedî îrade, serbixweyî û hêz bit!

Giringtirîn xala vê beramberbûnê di şoreşa Jînayê de hate dîtin. Dema jinên Kurdistan û Îranê bo standina nasname û mafên xwe yên bingehîn hatine ser kolanan, bersiva deshelatê ne bihîstina daxwazan bû, belku tundtirîn cûrê tepeseriyê, desteserikirina berfireh û guleşdan di çavan de û standina canê wan bû.

Berhevkirina reftarên rêjîmê li gel jinan di rewşa asayî û rewşa qeyranî de, duferhengiya îdeolojîk a vê deshelatê bi hêsanî diyar dike.

Ev bangewaz di gava yekê de, êtirafa rêjîmê ye bi hêza jinan, rêjîm têgehiştiye ku jin dikarin bibine hêzeka pêşeng di guherînên civakî û siyasiyên Îranê de. Ji vê rexê ve, bi rêya gelaleyeka wekî gelaleya "Can Feda"yê diwêt, hêz û şiyanên wan bixe xizmeta îdeolojî û xwestekên xwe da ku bigehe amanca xwe ku "man" a li ser desthilatê ye.  

Ji aliyekî din ve, paradoksa aşkera ya ewlehiyê tê dîtin. Di demekê de ku jinên Kurdistan û Îranê bo azadî û wekheviyê xebatê dikin yan bo bergiriya ji xwe çekê radikin, reftara wan ji aliyê rêjîmê ve wekî "tawan" yan "reftara dijîjin" û "derketin ji rolê nerîtî" tê pênasekirin, belê demê rêjîm dikeve ber xeteriya herfînê, heman reftara berevaniyê û amadebûna jinan di kolanê de, wekî can fidakirin û cîhada pîroz nav lê tê nan.

Ev reftara durotiyê nîşan dide ku çavkaniya klişeyên zayendî yên rêjîmê, bawermendbûn bi reftar yan olekî neguhêr nîne, belku pirseka hevaheng e di rastiya berjewendiyên siyasiyên rêjîmê de.

Gelaleya "Can Feda" di rastiyê de ne nîşana hêza rêjîmê ye, belku nîşaneya şikesta îdeolojiya 48 salî ku di bin sîbera wê de, siyasets "helandina jinê" û berçavkirina klişeyên zayendî dihate peyrewkirin. Deshelatek ku bi salan hewla wê ew bû ku jinê wekî tiştekî bêhêz, bêîrade û destewestan pênase bike, îro hawar biriye ber wê rastîn ku îsbat dike hêza rastîn di destê jinan de ye.

Jinên Kurdistan û Îranê bi rêya xebat û rû bi rûbûna li gel vê îdeolojiyê, bihayek mezin dane û ezmûna tepeseriya xwînawî ya şoreşa Jînayê û nerazîbûnên rêbendanê hene û ev yek wisa dike ku di beramberî vê plana gemar a rêjîmê de, bi hişyarî gavan bihêlin. Ew baş dizanin deshelatek ku mafê jîyan û azadiyê ji jinan zeft kiriye, qet nikare bibe berevankarekî baş bo mafên wan. Ewa ku îro rêjîm destê xwe havêtiye ber jinan, tenê diçe çarçoveya dawî cehdên sîstemekî ber bi herfînê ku naxwaze heqîqeta civakê bibînît!