N. Eskender Ceiferî
Vekişîna gav bi gav û dawî ya hêzên hevpeymaniyê navnetewî bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ji Êraqê, di hevkêşeyên siyasî û ewlehiyê yên Rojhilata Navîn de wekî xala guherînê ya dîrokî tê hesibandin. Ev bûyer, her çend di destpêkê de li ser valahiya desthilatê û zêdebûna gefên herêmî bibe sedema tirs û fikarê jî, lê stratêjiya li ser şert û mercên heyî nîşan dide ku ev guherîn dikare ji bo neteweya Kurd bibe derfeteke zêrîn û çarenûssaz. Ew derfet, ji bo derbasbûn ji girêdayîbûna hêzên dervayî herêmê û di hember de zêdebûna tevgera ber bi serxwebûnê ve, hevgirtina netewî û di encamê de pêkanîna armanca kevin a azadiya Kurdistanê.
Dîroka hevdem a Kurdistanê tijî evraz û nişîv e ku tê de baweriya bi soz û piştgiriya hêzên mezin ên cîhanê bêy hebûna hevgirtina Kurdan, di demên hestyar de bûye sedema bêbextî û paşvekişînê. Ezmûnê nîşan daye ku hebûna hêzên dervayî herêmê her dem li ser bingeha berjewendiyên jêopolîtîk rawestiyaye û her car ku guherînek di siyasetê de çê bûye, Kurdan zirarên herî mezin dîtine.
Vekişîna hêzên Amêrîkî ji Êraqê careke din ev rastiya bingehîn eşkere kir ku ewlehiya domdar û mafê diyarkirina çarenivîsê, nikare bi vîn û berjewendiyên neteweyên din ve bê girêdan. Bi dawîanîna hebûna leşkerî ya Amêrîkayê di herêmê de, wê fikra ku hebûna Herêma Kurdistanê tenê li ser sîwana piştgiriya Waşîngtonê ye betal dike. Ev merc, serkirde û aliyên cuda yên Kurdî neçar dike ku rastiya heyî bipejirînin: Tenê hevgirtina rastîn û xurt, vîna netewî û desthilata hundirîn a Kurdan bixwe ye ku dikare Kurdan rizgar bike.
Bi vekişîna hêzên hevpeymaniyê, Herêma Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê li beramberî astengiyên nû yên ewlehiyê û givaşên siyasî yên hêzên herêmî rawestiya ne. Di vê navberê de, take çareseriya pratîkî ji bo rûbirûbûna gefan, avakirina hevgirtineke rastîn di navbera hemû partî, grûp û pêkhateyên civaka Kurdistanê de ye.
Nakokiyên navxweyî her dem astengiyên herî mezin li ser rêya gihîştina Kurdan ji bo armancên netewî bûne. Îro, pêdiviya yekxistina hêzên Pêşmerge, amadekirina stratejiyeke parastinê ya yekgirtî û bi dawîanîna rikaberyên partiyetî ji her demê zêdetir tê dîtin. Her lewma jî Başûrê Kurdistanê biryar da hêza Pêşmerge hev bigire û wekî leşkerê netewî û niştîmanî li jêr biryar û desthilata Hikumeta Herêma Kurdistanê de be. Heke Kurdistan bikaribe hemû şiyanên xwe yên siyasî, leşkerî û civakî di bin sîwana hevgirtina netewî de rêxistin bike, ne tenê ti hêzeke herêmî nikare mafên wê binpê bike, belkî bingehên dewletek serbixwe û bihêz jî dê werin danîn.
Parastina rewa û piralî, hingê pêk tê ku hemû parçeyên Kurdistanê, bi fêmkirina mercên dîrokî, dest bidin destê hev û bingeheke parastinê ya hevpar ava bikin. Ev hevgirtin peyamek zelal ji hemû lîstikvanên herêmî û navnetewî re dişîne, Ew jî ev e ku Kurd hişyar û xwedî şiyan in ku ax û destkeftiyên xwe biparêzin.
Serxwebûna Kurdistanê, mafê dîrokî û take riya misoger ji bo ewlehiya domdar e. Ezmûna salên dawî di Eraqê û hemû herêma Rojhilata Navîn de xuya kiriye ku çarçoveyên siyasî yên heyî ne xwedî şiyan in ku mafên bingehîn û ewlehiyê yên Kurdan dabîn bikin. Heya dema ku Kurdistan di nav çarçoveyên şikestî û bêseqam de bimîne, her dem dê li beramberî gefên ewlehiyê, givaşên aborî û destwerdanên xirabker ên biyanî, lawaz be.
Êdî serxwebûna Kurdistanê ne tenê xewn e, belkî pêdiviyeke stratêjîk ji bo bi dawîanîna çerxên berdewam ên bêseqamî û zextê ye. Avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe, ne tenê mafekî xwezayî û dîrokî yê neteweyeke dehan milyonî ye, belkî dikare wekî faktorekê ji bo seqamgirî û hevsengiyê li Rojhilata Navîn kar bike. Dewletek li ser bingeha dêmokrasiyê, jiyana aştiyane û piştqahîm bi hêza parastinê ya herêmî, dê bikaribe pêwendiyeke hevseng û mentiqî bi hemû cîranên xwe re çê bike.
Ev rêya ku li beramber me ye, dikare astengiyan veguherîne û bike derfeteke dîrokî.
Vekişîna hêzên Amêrîkî ji Êraqê nabe ku wekî gef an paşvekişîn bê dîtin, belkî divê mirov wê wekî destpêkek nû ji bo xwebaweriya netewî bibîne. Ev bûyer, xala guherînê ye ku dikare Kurdistanê ji girêdayîbûna bi yên din re ber bi avakirina desthilata netewî ve bibe.
Ji bo pêkanîna vê armancê, ev gav girîng û hewce ne:
-Yekxistina leşkerî û ewlehiyê ya hêza Pêşmerge
-Xurtkirina hevgirtina civakî û siyasî
-Pêşxistina şiyanên aborî yên herêmî
-Kêmkirina girêdayîbûna aborî û avakirina pêşesaziya domdar ji bo piştgirêdana bi çavkaniyên navxweyî
-Tevgerîna çalak ji bo dîplomasiya bihêz û serbixwe
Dîroka Rojhilata Navîn di nav guherînê de ye û hevkêşeyên kevn di nav hilweşînê de ne. Di vê navberê de vekişîna hêzên Amêrîkî ji Êraqê, Kurdistan xistiye ber ezmûneke mezin lê çarenivîssaz. Heke Kurd bikaribin van derfetan ji bo xurtkirina yekitiya navxweyî, rêxistinkirina hêza parastinê ya herêmî û rawestana li ser armancên netewî bi kar bînin, wê demê wê bikarin serbixwe bibin.