Hejmarek ji pisporên Neteweyên Yekgirtî roja Înê, 17ê Rezberê, bi nîşandana nîgeraniya xwe derheq zêdebûna sepandina cezayên darvekirinê li Îranê, ji desthilatdarên Komara Îslamî xwestin ku hemû darvekirin bê derengî bên sekinandin.
Di daxuyaniya wan pisporan de hatiye ku Îran yek ji wan welatane ku hîn jî cezayê darvekirinê cîbicî dike û li gorî heşîmeta xwe, yek ji welatên xwedî zêdetirîn rêjeyên darvekirinê li cîhanê deye.
May Sato, raporterê taybet a Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan li Îranê û yek ji amadekarên sereke yên vê daxuyaniyê, bi amajedan bi rewşa nebaş a mafên mirovan li Îranê tekezî kir ku herçiqas jiyana kesên ku hatine kuştin nayê vegerandin, lê hîn jî qedera girtiyên ku di bin metirsiya darvekirinê de ne, di destê desthilatdarên Komara Îslamî de ye.
Pisporên Neteweyên Yekgirtî bi amajedan bi serkutkirina xwînîn a nerazîbûnên meha Befranbarê ya sala 1404an û kuştina hezaran xwepêşanderan, tekez kirin ku nabe ti xwepêşanderek, bi sedema ev tohmetên ku bi ser de hatine sepandin bên darvekirin.
Di dawiyê de, pisporên Neteweyên Yekbûyî daxwaza sekinandina bilez a hemû darvekirinan û vekolînên nû bo dosyayên mehkûmkiriyan di dadgehên dadperwer de kirin.