Nûçeya hevkariya 200 Milyon Dolarî a Komara Îslamî bo Hizbûlaha Lubnanê, dengvedanekî berfireh li torên civakî de hebûye, xelk li Îranê bi kerib ve bertek li hember wê nûçê nîşan da, di demekê de malbatên Îranî ku zêde li jêr givaşa tewerom, hejarî û giraniya dermanan de ne, rejîm jî çavkaniyên welat xercê piştevanîkirin li girûpên niyabêtî yên xwe dike.
Li gorî raportên belavbûyî, biryare li qonaxên yekem de 3 hizar dolarî bidne ku dibe nêzî 800 Milyon Tumen, bidine her malbatek peywendîdar bi Hizbûlahê, beşe pereyek ku li dahata salane a piraniya kedkar û mamosteyên Îranê zedetire.
Xelk li Îranê bi îşarekirin bi destewestana malbatan li dabînkirina têçûyên jiyanê û kirîna dermanên hewce, ew pirs anîne ber bas ku çima pereyên welat li bilî pêrageheştin bi rewşa xelkê, dixe ber destê Hizbûlaha Lubnanê.
Karvedan herwisa tûreyî li siyaseta deveriyên Komara Îslamî û bêbakiya hembebr qeyrana bijêviyê li navxweyê Îranê de didin xûya.