Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya Qeyrana Şewatê li piraniya nawçeyên Îranê de

11:49 - 10 Çirriya pêşîn 2026

Qeyrana kêmtiya benzîn û kepsulên gazê li bajarên cuda yên Îranê de her diçe zêde dibe, gorî raporan li hinek bajaran sefên çendîn kîlometrî ji maşînên bo wergirtina Benzînê  çê dibin, herwisa xelk bo tejîkirina kepsulekî Gazê çendîn demjimêran li dorê de disekinin.

Ev kirîz li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê zêdetir e û berdewam e û welatî neçar in bi çendîn demjimêran li pey hev bisekinin bo wergirtina gazê.

Li bajarên Mehristan, Sîb û Soran, ligel ku xelk seetên dirêj li benda wergirtina gazê bûn, beriya nîvro hemû silinder hatin belavkirin û gelek welatî destvala vegereiyan malên xwe. Li Zahedan û gundê Dezek ê Serawanê jî welatiyan da zanîn ku ji nîveşevê ve bo wergirtina dorê sekinîne, lê ji ber kêmtiya silinderan û nebûna berpirsyariyê, piraniya wan bê gaz man.

Ev qeyran tenê ne ji bo gazê ye; li Çanf a li navçeya Nîkşehrawê jî belavkirina benzînê hatiye sekinandin û berpirs sedemê dixin stûyê xerabûna sîstemê. Niha welatî piraniya dema xwe di rêzên av, nan, gaz û benzînê de derbas dikin.