Li gorî nûçeyên dawî ji parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, îro pêncşemê 9ê Rezbera 1405 gelek bûyerên çekdarî û teqîn li bajarên Zahedan û Raskê qewimîne.
Li gorî jêderên herêmî, danê sibê hêzên leşkerî û ewlehiyê yên rêjîma Îranê bi piştgiriya çekên giran, dron û Arpêçiyan êrîş kirne ser maleke sivîlan li devera Manzelab a Zahedanê. Li vê deverê şerekî giran qewimî û biryargeha Quds a spaha Pasdaran a terorîst îdia kir ku di encama şer de 6 kes ji alîgirên komên çekdar ên Belûç hatine kuştin û çend çek û teqemenî hatine girtin. Li aliyê din, rapor diyar dikin ku pevçûn heta çend demjimêran berdewam kiriye û dûkela teqînan li esmanê herêmê bilind bûye.
Hevdem li bajarê Raskê, êrîşeke çekdarî li ser xala kontrolê ya derwazê bajar çêbû û di encamê de leşkerekî hêzên ewlehiyê yê bi navê Elîreza Sançûlî hat kuştin. Herwisa li Zahedanê hevdem digel 4emîn salvegera "Îna bi xwîn ", 3 teqînên li pey hev li nêzî bingehê polîsan yê hejmara 19an rû dan ku zirarên madî li pey xwe hiştin.
Hêzên rêjîmê rewşekî awirte li deverên belûçistanê çêkirine û gund û bajar û dever militarize kirine. Hêzên rêjîmê rojane cinatet û reftara hovane digel welatiyên Belûçistanê dikin û wan digrin, dikujin, û malên wan xirab dikin.