Îro Şemî 10ê Oktobera 2026an, hevdem ligel roja cîhaniya dij bi sizaya bidarvekirinê, beşa amara Komeleya Çalakên Mafê Mirov li Îranê, anku “Hêrana” yê raporta salane a xwe belav kir û behis li tundbûnek metirsîdar û bêmînak a cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê, berdewamiya perdepoşkirina siza û zêdebûna berçav a dosyên siyasî li Îranê dike.
Li gorî datayên Hêranayê, li heyama navbera 10ê Oktobera 2025an, bidarvekirina 2003 kesan li deverên cuda cudaye Îranê hatiye tomarkirin, ev hejmar bi berhevdan bi heyama demkî a sala berê, nêzî %29 bilindbûye û bilindtirîn aste ku li deh xulên raporta berê a wê navendê de hatibe tomarkirin.
Herwisa di wî heyamî de, derkirina sizaya bidarvekirinê bo 230 girtiyên din hatiye tomarkirin.
Digel vê de jî, zêdebûna bidarvekirina siyasî û ewlehiyan yek ji taybetmendiyên xûya a wê gerê ye, nasnama 69 kesan tomar kiriye ku bi tohmeta siyasî-ewlehî hatine bidarvekirin, ku li vê hejmarê 35 kes (nêzî %51) li peywendî ligel nerizatiyên befranbara 1404an de siza bi ser wande hatine cîbicêkirin.
Gorî wê raportê nêzîk %95 bidarvekirinan bi awayekî nihênî yan bi bê ragehandina fermî li mediayên rejîmê de hatine encamdan û tenê nêzî %5 bidarvekirinan Ii rêya çavkaniyên fermî hatine ragehandin.
Raport herwisa amajê bi bidarvekirinê 47 jin û çar nugehan jî kiriye.