Hevpeymaniya bi rêberiya Erebistanê ragihand ku di operasyoneke berfireh de dijî Hûsiyan, 136 armancên leşkerî yên vê grûpê wêran kirine. Li gorî ragihandina vê hevalbendiyê, piştgiriya esmanî ji artêşa dewleta Yemenê û hêzên hevpeyman re bi awayekî şev û roj berdewam e.
Ev êrîşên esmanî Sen’ayê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, kirin armanc. Raportên li ser teqîneke mezin li bajarê benderî yê Edenê li başûrê Yemenê jî hatin belavkirin, ku dewleta fermî ya Yemenê lê bi cih bûye.
Ev êrîş hevdem bi êrîşa erdî ya hêzên dewleta Yemenê bo vergirtina navçeyên di bin kontrola Hûsiyan de hatin encamdan. Hûsiyan jî di rojên borî de berpirsiyariya êrîşa li ser balafirxaneyên Eha, Cazan û Necranê û balafirxaneya sereke ya Riyazê girtine ser xwe.