Rêkxistina Mafê Mirov a Îranê nîgeraniya kûr li ser sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser Necme Emînî xwendekara temen 23 salî bi hêceha çalakiyên rexnegirane li torên civakî de, da xûya û ew biryar bi pêşveçûna gelek metirsîdar da xûya.
Dadgeha tawanên Xurasana Rezewî bi tohmeta bêrêzîkirin bi pîroziyan, li torên civakî de, sizaya bidarvekirinê bi ser Necme Emînî de sepandiye ku xwendekara beşa jimêryariyê ye û li girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê hatiye ragirtin.
Navbirî li 11ê Befranbara 1404an bi tundûtîjiyê ve hate girtin û li dosyeyek din de bi tohmeta çalakî dijî ewlehiya netewî û rêklam dijî Komara Îslamî, sizaya zêdetir li 12 sal û şeş mehên girtinê bi ser de hate sepandin.
Mehmûd Emîrî Muqedem, birêveberê rêkxiravê tekezî kir ku dadgehîkirina keçek ciwan bi sedema raya xwe li soşiyal mediyayê de, dirêjedana siyaseta bêdengkirina rexnegirane li rêya çêkirina tirsê ve.
Sepandina wê sizayê li demekê de ye ku rêporterên neteweyên yekgirtî, Komara Îslamiya Îranê bi sedema sereke a tevgera rêjeya bidarvekirinê li cîhanê de dizan in.
Hevdem ligel roja cîhaniya rûbirûbûna sizaya bidarvekirinê, navendên Mafê Mirovî tepeseriyên bixwîn a neraziyan û bidarvekirina çalakvanên medenî û dîcîtalî bi belgeya tawanên dijî mirovayetiyê dizanin û daxwaza ragirtina bilez a wan sizayan kir.