Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taxên bajarê Urmiyê ji xizmetguzariyan bêparin

13:10 - 10 Çirriya pêşîn 2026

Îdare û organên pêywendîdar bi xizmetguzariyên giştî, wek çêkirina rêke û kûçe û kolanan û lêdana avro û cedwelan, paqijî, fezayê kesk, cihên xizmetguzarî wek park û werzişgah û gelek mijarên din, taxên ku li bajarê Urmiyê de piraniya rûniştiyên wan Kurd in, piştguh xistine û ti xizmetguzariyekê bi wan taxan nakin.

Mezintirîn taxên ku nêzî bi hemî rûniştiyên wan Kurd in, wek Îslamabad, Girehihû, Terzilya, Elwac, Xanege, û gelek cihên din ji xizmetguzariyan bi temamî hatine piştguh xistin.

Rêka serekî nebe, piraniya kolanên Îslamabadê bi taybet li werzê zistanê û baranbarînê de, hatin û çon têde dijwar e û majîn nikarin lê derbas bibin, û xelk jî bi piyan li ber av û heriyê nikarin hatin û çonê bikin.

Xelk vê ferq û cudahiyê gelek bi başî ber çavê xwe dibînin ku rêjîm naxwaze xizmetguzariyan li taxên Kurd akincî li Urmiyê de bike, lê bi milyardan dolar ji kîs û serweta xelkê Îranê pêşkêşî terorîstên Hemas û Hizbulah û Husiyan dikin.