Li gorî nirxandina Kumpaniya zaniyariyên wize ya «Kêplêr», di rewşa berdewamiya dorpêça deryayî ya Amerîkayê de bo cara yekem di dîroka hevçerx a Îranê de, heta dawiya meha Sermaezê, dahata hinardekirina nefta xav dê bi tevahî bê qutkirin.
Humayon Falakşahî, Serokê beşa şîkariya nefta xav a Kêplêr, ragihand ku Tehran mehane 3 heta 6 milyar dolarên dahata neftê ji dest dide.
Zaniyariyên heyî nîşan didin ku rêjeya nefta Îranê ya ku li ser avê di tankeran de hatiye enbarkirin, ji 90 milyon bermîlî di nîvê meha pûşperê de, bo 8 milyon bermîlan daketiye.
Ji ber ku palavgehên Çînî pereyên neftê yek heta du meh piştî wergirtina wê didin, tê pêşbînîkirin ku dahata dawî heta nîvê meha Kanûna Pêşîn bigihîje Îranê û piştî wê tu dahateke din negihîje Îranê.
Herwisa, di tevahiya meha Îlonê de ti rêjeyek ji neftê ji benderên Îranê nehat barkirin. Ji sala 1357an vir ve, eva yekem meh e ku ti barkirin nehatiye encam dan.
Pispor dibêjin ku dorpêça Amerîkayê rê li ber derketina keştiyan digire û rêyên cihgir yên bejahî, bi rêya Îraqê, nikarin şûna hinardekirina deryayî bigirin.
Li gorî raporan, Tirkemenistan jî ji ber nîgeraniya cezayên Amerîkayê hin sînordarkirin li ser veguhastina tranzîtî ya bi rêya şemendefiran di nav axa xwe de daniye.
Dahata neftê wekî çavkaniya sereke ya bidestxistina pereyên biyanî ji bo Komara Îslamî ya Îranê tê hesibandin. Hilweşîna tevahî ya vê dahatê dê aboriya Îranê bixe nav krîzeke bêhempa û dê astengiyên giran ji bo peydakirina budceya navxweyî û piştgirîkirina hevpeymanên wê yên li herêmê di afirîne.