Tevî soza berê a berpirsên rejîmê bo parastina hêlan li dema kirîzan de, Cihgirê Wezîrê Peywendiyên Îranê êtiraf bi vê yekê kir ku li dema çêbûna pevçonan, yan nerizatiyan de, egera qutbûna carek din a înternêtê heye.
Wehîd Yezdaniyan, Cihgirê geşedana tora milî a Zanyarî li Wezareta Peywendiyan, li daxûyaniyekê de ragehand ku heya niha xuya nîne ev sînordarkirin dê li çi astekê de bin, lê li dema rewşa awirte de rola serokomar û dewletê li biryardan li ser qutkirina înternetê de bihêztir dibe.
Ev daxûyanî dijayetiya rohin a daxûyaniyên berê a berpirsên din ên wê wezaretê dike, ji wan Mihemed Hatemîzade, Cihgirê yasayî ê Wezaretê, ku berê banga vê kiribû ku welat gihaye astekê ku dikare bi bê qutkirina Înternêtê rewşê birêve bibe.
Rejîma Îranê piştî nerizatiyên seranserî ên Befranbara 1404an û destpêkirina şer, destrageheştina welatiyan bi Înternêtê bo çendîn mehan qutkir, pêngavek ku ji aliyê civatgeha navdewletî û çalakvanan ve wekî emrazekî tepeseriyê û perdepoşkirina binpêkariyan hate îdanekirin.
Dubarekirina egera qutkirina înternêtê ji aliyê berpirsên rejîmê ve, nîşanderê şikesta sozên wê rejîmê li parastina mafê destpêkî a welatiyan e.
Ew siyaseta ewlehiyê nîşandera vê ye ku desthilata Îranê herçend rûbirûyê kirîza abûrî û serbazî a derekî bûye, lê wekî hercarî hawarê bo tepeseriya zanyarî û qutkirina peywendiyên xelkê dibe bo vê ku rêgiriyê li dengvedana nerizatiyan û eşkerebûna aliyên hukimraniya xwe a şikestxiwarî bike.