“Bired Kûpir” fermandeyê CENTCOMê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku Behrêyn tevlî hevpeynamiya navnetewî ya bi navê “Hêzên Operasiyoniya Falkon Strayk” bûye ku li havîna îsal de bo bikaranîna sîstemên dironiyên êrîşkar hatibû avakirin.
Bired Kûpir, li derheq vê biryara Behrêynê de gotiy: piştî vê biryara welatê Behrêynê ku tekezî li ser soza xwe bo hevkarî digel CENTCOMê li avakirina yekem yekeya navnetewî ya dironên êrîşkar a cîhanê kir, keyfxweş bûm, ev welatek cihê piştrastiyê bo bihêzkirina ewlehî û cihgîrbûna deverî ye.
Yekeya “Hêzên Oprasiyoniya Falkon Staryt” biryar e ji dironên êrîşkar û sîstemên din ên bê firokevan li esman, ser avê bi kar bîne û ji aliyê Amerîka û welatên hevpeyman ên deverê bê birêvebirin.
Ev hevpeymaniya serbazî, hevpeymaniyeke bihêz li hember şerxwaziya rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê li deverê ye.