Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwepîşanderek din bi tohmeta kuştina çekdarekî rêjîmê hate bidarvekirin

13:18 - 11 Çirriya pêşîn 2026

Sipêdeha roja Şemî 18ê Rezberê, sizaya bidarvekirina Cabir Xusrewî, xwepîşanderê nerizatiyên meha Befranbara sala derbasbûyî bi tohmeta kuştina endameke hêza tepeserkere rejîmê li bajarê Damxanê hate cîbicîkirin.

Ekberî, Serokê Giştî ê Dadweriya rejîmê li parêzgeha Simnanê, di vê derheqê de ragehandiye ku ew tometbar pêştir li ser tohmeta kuştina endamek hêza polîs ji aliyê desthilata Dadwerî ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Navbirî banga vê kiriye ku endamek polîsê rejîmê bi navê Mihemed Cewad Rehîmî kuştiye.

Li gorî wê raportê, piştî wê bûyerê, dosyeya Dadweriya li dadseraya Giştî û Înqilaba rejîmê li bajarê Damxanê hate vekirin û piştî xilasbûna lêkolînan, bo lêkolînê bo taya 2 a dadgeha tawanên rejîmê li parêzgeha Simnanê li bajarê Şahrûdê hatiye veguhastin.

Wê tayê sizaya bidarvekirina wî welatiyê daye û biryar piştî pesendkirinê li dadgeha bilind a rejîmê û li ser daxwaza kesûkarên evê kuştî de hate cîbicîkirin.

Li gorî raporta salane a rewşa Mafê Mirov li Îranê, li sala 1404an de, aliyê kêm 2.488 welatî ji wan 63 jin û 2 zarok hatine bidarvekirin.

Li vê hejmarê, sizaya 13 kesan li cihên giştî de hatine cîbicîkirin.

Herwisa li vî heyamî de, sizaya bidarvekirinê biser 130 kesên din ji wan 10 jin û zarokekê de hatiye sepandin.