N. Dr. Azad Mihemediyanî
Her car ku behsa Kurd û xebata dijî stem û cudakariyê tê kirin, berî her tiştî, tişta ku yekser tê xeyala beramberê nenas bi Kurdistanê re, şerê çekdarî û çemkê Pêşmerge ye. Ev nêrîn bêsedem nîne û bi piştrastî paşxaneyeke derûnî û zihnî li pişta wê heye, ku dikare ji du goşeyên nêrînê ve li vê babêtê bê mêzekirin: Ji aliyekî ve, ev pêşdawerî belkî derketina beşek ji nasnameya xebata Kurd be ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û mirovî, ji aliyê din ve jî, nîşandana nebûna têgihiştineke rast e ji mahiyyet û cewherê tevgera neteweyî–demokratîk a gelê Kurd, tevgerek ku di tevahiya dîroka hevçerx de, bi piştgirêdana bi qatên cuda yên civakê û bi amadebûna medenî û siyasî ya xwe, berdewam li beramberî desthilata sitemkar rawestiyaye. Ev amadebûna medenî, ciwantirîn û bêwêneytirîn mînakên tevgera medenî û berevaniya neyînî li Îranê xistiye ber çavan. Gelê Kurd her car ku neçar bibe ji bo parastina xwe hawarê bibe ber çekan, hevdem ti carî ji rêbazên din yên xebatê xafil nebûye. Ku wisaye, felsefeya hebûna pêşmerge û çeka destê Kurd, hewcedariya wê bi têgihiştineke hûr û giştgir di hemû rehendên xebata wî gelî de heye.
Di xwendineke dîrokî de ji bo sedem û çawaniya serhildana hêza pêşmerge wek rêxistinek an saziyeke yekgirtî û pêkhatedar, em dikarin behsa Komara Kurdistanê wek destpêka wê pêvajoyê bikin. Dema Komar hat sazkirin, ev hikûmet ji bo çespandina desthilat û serwerî û dabînkirina nezm û ewlehiyê, wek her desthilateke din hewcehiya wê bi çêkirina hêzekê hebû ku hem şiyana şer hebe û hem di bin fermana birêveberiya siyasî ya Kurdistanê de erkên xwe cîbicî bike. Bêguman çekdarbûn, bi ti awayî li Kurdistan û navçeyên din yên piştguhxistiye Îranê de tiştekî nû nebûye, di serdemeke ne pir dûr ji wê qonaxa dîrokî ya behskirî, li piraniya navçeyên Îranê de çek hem di destê xelkê de û hem di destê hoz û eşîretên cuda de bû. Di rastiyê de karê ku Komara Kurdistanê kir, ew bû ku meseleya çek û hêza çekdar xiste nav çarçoveyeke rêxistinî û yekgirtiyeke sazî dayê de, hêzek ku diba di bin fermana serkirdayetiya siyasî de be, ji bo sepandina serwerî û parastina wê kiyana nû.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê heta şoreşa gelên Îranê di sala 1979 a Zaînî de ji bilî qonaxeke kurt, ku serdemê Komîteya Şoreşgêrî 46–47 bû baldariya sereke hertim li ser xebata medenî û siyasî bûye, lewma zîndanên rêjîma Pehlewî tejî bûn ji xelkekî berfireh ê çalakên siyasî yên Kurd. Hevdem li gel rûxana dîktatoriya Pehlewî, hêzên siyasî yên Kurd wek her hêzek berpirsiyar ku nûnertiya daxwazên neteweyî û dêmokratîk yên gelê Kurd dikirin, hêza pêşmerge ji bo cihgirkir aramî û nezm û ewlehiyê di wê valahiya siyasî ya ku hatibû holê de bi kar anîn. Ev hêz tevî nearamî û ne-istiqrariya siyasî li Tehran û navendê de, karî bi awayekî serkevtî û bi bandor, hêmnî û ewlehî li navçeyên bin desthilata xwe de biparêze. Lê belê bi sedema kiryarên têkderane yên hêzên Spaha Pasdaran û piştre derxistina fermana cîhadê ya Xumênî dijî gelê Kurd, ev pêkhat neçar bû wek hêzek şerker û cengawerên dilsoz bi armancên neteweya xwe meydandariyê bike, ev jî bersivdaneke sirûştî û rewa bû ku her neteweyek li beramberî destdrêjî, jînosîd û tawanan nîşan dide.
Bi vî awayî, ev hêz di nêrîna giştî ya xelkê Kurdistanê de wek piştgir de fedaî li beramberî êrîşa hêzên dijî-mirovî yên desthilata olî, û hevdem wek piştgira hemîaliyane û manabexş a xebata medenî, rêz lê hatiye girtin û bilind tê nirxandin. Heta di wan salen wê dawiyê de jî ku xebata çekdarî di pêşîniya kar de nebûye, mînakên bêhejmar hene ku xelk di meydana xebata girseyî de li ser şeqaman û li beramberî tundutîjiya desthilatê de, daxwaza alîkarî û piştgiriyê ji pêşmerge kirine, lê têgihiştina rast a dîrokî û rastbîniya serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di van qonaxan de, biryar bi beşdariya çekdarî li şeqaman de nedaye û hertim rêya xebat û berevaniya medenî bi baştir zaniye.
Bi kurtî pirsa çek û hêza pêşmerge tenê diyarokekî leşkerî ya rût nîne, belkî yek ji stûnên piştgir yên gotara siyasî ya Kurd e ku berdewam mil bi milê gel çemkên din yên tevgera neteweyî–dêmokratîk, di berhemanîn mayende de ye ku pir ji xebata çekdarî berfirehtir e. Pêşmerge niha çemkekî îlhambexş û yek ji bingehên pêkînerên wê gotarê ye, gotarek ku tê de ev hêz ne amrazê tundutîjî û herşeyê, belkî ji aliyekî ve peyamhênêrê azadî û aştiyê ye, û ji aliyê din ve jî piştgirekî cîhê baweriyê yê xebata medenî–siyasî ya civaka Kurdistanê ye, xebatek ku hêmn, li ser pê û hişyar ber bi paşeroja ve dihavêje.