Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê careke din balafirxaneya Riyazê li Erebistanê kirine armanc

09:39 - 12 Çirriya pêşîn 2026

Roja Yekşemî 11ê Çiriya pêşîn, li demjimêrên serêwarê de balafirxaneya Melîk Xalid li 35 kîlometriya bakûrê bajarê Riyazê, bû armanca êrîşên Hûsiyên Yemenê û salona jimare 4 a xizmetguzanî bo rêvêngan, tûşî agirpêketinê bû û heta niha amareke serast ji vê xisarê belav nebûye.

Hevdem “Yehya Serî`i”, Berdevkê Hûsiyên Yemenê îdia kir ku bilî balafirxaneya Melîk Xalid, 2 wêzgehên bihêzkirina hêlên gaza Aramko û balafirxaneya Melîk Fehed li bajarê Demamê li kêleka Kendavê, kirine armanc û tekez kir ku ev êrîş dê berdewam bin.

Ji aliyê din ve hêza esmaniya Erebistanê li berteka êrîşkirina bo ser navendên medenî li navenda axa Erebistanê, navendên Husiyan li parêzgehên “Sen`a û So`ide û Te`ez”ê, çendîn caran bombebaran kirin.

Ev êrîşa Husiyan bo ser Firokexane û jêrxanên aboriye Erebistanê, bertekên navnetewî bi dû xwe de anîn û gelek welatan ev êrîş şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Erebistanê dane xûya, û egera hindê heye ku çendîn welat bi hêza serbaziye xwe tevlî hevpeymaniya Erebistanê bibin.