Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin

09:44 - 12 Çirriya pêşîn 2026

Hejmarek ji hevwelatiyan û malnişînkiriyan li çendîn bajarên Îranê yên wek “Têhran, Îsfehan, Reşt û Şûş”ê de li derheq rewşa jiyan û pirsgirêkên pengurî li Îranê, kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Pêka raporên belavbûyî, malnişînkiriyên dabîkirina civakî, mamosta û îdareya muxabiratê li bajarê Têhranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û dirûşmên wek “kedkarê binçavkirî, mamostayê binçavkirî, dibe bên azadkirin, bilindbûna teweromê, bilindbûna nixan jiyana ve ye, û sizaya bidarvekirinê dibe hilveşe” dan û daxwaza zêdekirina hiqûq bi berçavgirtina eflsaiyonê, serastkirina bîme û pêregihîştin bi pirsgirêkên sendûqa malnişînkiriyan kirin.

Li bajarê Îsfehanê de jî milnişînkiriyan bi taybet malnişînkiriyên pîşeya pola û helandina hesin, rêpîvaneke nerizayetiyê li ber derê parêzgariya rêjîmê bi rê ve birin û nerizayetiya xwe li hember kiryarên şirketên bîme û nedana beşa hewce ya dirafê bîmê dane xuya û daxwaza birêveçona tevav a bernameya wekhevkirina hiqûqan heta asta %90 kirin.

Herwisa li vê rojê de hejmarek ji mamostayên malnişînkirî û yên dabînkirina civakî li bajarê Reştê de kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi pirsgirêkên hewcehiyên jiyanê û dermanî kirin.

Herwisa xelkê gundê Zercêrdê ser bi parêzgeha Qezvînê li derheq jinavbirina xweza û jingeha kuvî, nerizayetiya xwe dane xuya.